Details

Kategorie Genel
Herausgeber Peywend
Listenpreis 30.00
Format Buch
ISBN 9786057031570
Veröffentlichungsdatum 2021-10-06
Auflagennummer ein
Seitenzahl 104
Einband Karton
Papier Kitap kağıdı
Größe 135 X 210

Helim Yusiv

Dipesh Chakrabarty têgeheke bi navê odeya bendemenê ya Dîrokê li ferhenga zanista siyasetê, nemaze jî li ya dijkolonyal zêde kiriye. Li gor wî Dîroka pêşveçûner a navend-Rojavayî şopa gelên paşvemayî wiha dîyar dike ku ew gelên hanê gavên pêşveçûna Rojava bişopînin. Rojava di çi merhaleyan de derbas bûbe lazim e ew jî ji wan derbas bibin. Lê li gor Chakrabarty ev pênaseya Dîrokê, odeyeke bendamanê ye. Lewra Rojava her bi pêşve biçe, Rojhilat her li paş hatiye sabitkirin.

Di çîroka Tirênek û sê welat de serkirdeyê çîrokê li Surîyeyê li benda tirêna Azadiyê ye lê belê li gor gotina Kalo ji bo hatina wê tirênê hîn gelek zû ye, dibe ku bi salan jî neyê. Lê belê serkirdeyê çîrokê her li dû wê azadiyê ye, ber bi welatên şarezatir ve diçe ku xwe bigihine tirênê. Vê carê li Tirkiyeyê ye. Bi teşqele ji sînor derbas dibe diçe rawestgeha tirênê. Kalo dîsa li wê derê ye. Li ser pirsa wî Kalo jê re zelal dike: Ew tirên li vî welatî kar nake, xerab bûye. Hin dixwazin çêkin û hin jî naxwazin. Her du alî li ber hev didin. Bi rastî jî çîroka rojavayîbûna Tirkiyeyê eyn wiha xerabûyî ye, di navbera kemalîst û îslamîstan de her diçe û tê. Derba sisêyan li Almanyayê diceribîne. Lê Kalo vê carê jî jê re eşkere dike ku ew dereng maye û tirên ji zû de derbas bûye. Em têgihijin ku di vir alegorîyeke polîtîk heye ku ew rawestgeh eyn wek odeya bendamenê ya Dîrokê ye: dema mirov li welatê xwe li bendê be ji hatina wê re gelek dem divên, lê mirov here welatên Rojava jî tirên ji zûde ye çûye.

Ji bo redkirin, hilweşandin û reva ji wê odeyê alavên ciwankarî yên hunerê jî gelek in. Di repertuwara van çîrokên li ber dest de car bi car xwerû polîtîk bibe jî jê zêdetir mîzah, îronî, hêma û pişkên realîzma efsunî ew alav in. Lê nivîskar van alavan ne ji bo kolandina tûneleke revê ji hepsa bendemanê, lê belê mîna wan peykerên ku xwe ji zinarên xwe teraş bike, ew jî bi hilweşandina dîwarên wê odeyê re fîgûra vegotina xwe derdixe holê.

Ferzan Şêr

Mitwirkende

Autoren   : Kolektif

Verkauf

30.00
Listenpreis : 30.00
Ersparnis : 0.00
 Favoriten zufügen
Ausverkauft.
Kaufen Sie die zusammengestellten Sets und profitieren Sie von unseren Ermäßigungen !

Bücher mit insgesamt 33.86
Kaufen Sie dieses Set und zahlen Sie ntl

Ersparnis : 0.90

In den Warenkorb

Kitapkoala'ya Hoş Geldiniz : )

Hemen size özel İş Bankası Kültür Yayınları ve Sola Unitas Akademi yayınlarındaki % 40 indirimden faydalanabilirsiniz.